Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da nivîskara Kurd

.

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî ku Endama Yekîtiya Nivîskarên Navnetewî (PEN) ye, bi tometa “entamtiya rêxistinê”, 6 sal û 3 meh cezayê zindanê lê hat birîn.

Nivîskar Gulgeş Akdenîz ku wek Gulgeş Deryaspî tê naskirin, roja 25ê Tîrmeha 2019an li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin û piştî 8 meh ji girtinê li zindana Tîpa E ya Bedlîsê hatibû berdan.

Li Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê, Gulgeş bi tometa “endamtiya rêxistinê” careke din hat dadgehîkirin.

Di encama rûniştina dadgehê de, ew nivîskara Kurd ku endama PEN a navdewletî ye jî, bi 6 sal û 3 mehan hat cezakirin.

Gulgeş Deryaspî derbarê biryara zindanîkirinê de ji malpera Duvar re ragihand ku ti bingeheke yasayî ya wê biryarê nîne.

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî, derçûya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Muş Alparslan e û heta niha 3 pirtûkîn bi navên, “Tariya Bi Tav”, “Xezal” ve “Ez Ne Ezim” hene.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?