Dadgehê 22 sal ceza da Leyla Guven û biryara girtinê derxist

.

Dadgeha Tirkiyê, bi tohmeta “rêvebera rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh ceza da Hevseroka KCDê Leyla Guven û biryara girtinê derxist. 


Danişîna doza li Dadgeha Cezayê Giran a 9emîn a Diyarbekirê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi tohmeta axaftinên wê yên cuda û dij derketina şerê li Efrînê tevahiya doznameyên wê kirine yek û ji 18 sûcên cuda tê darizandin dest pê kir. Leyla Guven beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak û Serdar Çelebî di danişînê de amade bûn. 


Dozger daxwaz dikir, Guven bi îdiaya sûcên wek “Rêxistinê ava kiriye û birêve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “Xelkê tevlî civîn û meşên xwepêşandanan ên dij qanûnî kiriye” û “bêsîleh beşdarî meşên dij qanûnî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye” were cezakirin. 


Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê navberek kurt da danişînê. Şandeyê pişt re biryara xwe diyar kir û 22 sal û 3 meh cezayê zîndanê da Guven û biryara girtinê jî di derbarê wê de derxist. 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?