Clarke Cooper: Têkiliyên Hewlêr û Waşintonê Hewlêr bihêz kiriye

.

 Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî û Leşkerî ragihand: “Siyaseta niha ya Amerîkayê xwe nasepîne. Ger hikûmet û gelê Iraqê daxwaza mayîna hêzên Amerîkayê li wî welatî bikin û bixwazin ku şîrketên Amerîkayî veberhênanê bikin, Waşinton qebûl dike. Berevajî wê jî, Amerîka dê ji Iraqê dûr bikeve.”

Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî û Leşkerî Clarke Cooper îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) di paneleka Korbenda MEPSê de ragihand: “Nêrîna niha ya Waşintonê û xasma jî ya birêveberiya niha ya Trump ev e ku, ger gel û hikûmeta Iraqê bixwazin veberhênana rasterast a biyanî li welatê wan û veberhênan di sektora enerjiyê de bê kirin an hevahengiya ewlehiyê di navbera herdu welatan de hebe, wê demê Amerîka amade ye.”

Clarke Cooper herwesa got: “Rastiyek heye ku Amerîka naxwaze li Iraqê bingehên leşkerî çê bike. Ger li Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaza hevahengiya ewlehiyê bi Amerîkayê re bê kirin, wê demê Waşinton dê bike. Lê berevajî wê yekê, ger ew hevahengî mana hêzên Amerîkayê li Iraqê red bikin, Amerîka dê qebûl bike.”

Navbirî amaje jî da: “Di seranserê birêveberiyên berê yên Amerîkayê de, hebûna hevahengiyê di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û mana hêzên Amerîkayê feyde gihandiye Hewlêra paytext û ew bihêz kiriye, di eynî demê de jî ev têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî bûne sedema wê yekê ku Kurdistan rûbirûyî gef û êrîşan bibe.”

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) duhî (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin û îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) bidawî hat, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî îsal tevlî vê korbendê bûn.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn bû, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

Siyaset Haberleri

Kurdên li Gurcistanê di bin gefa asîmîlasyonê de ne
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî paşeroja Kurdan gotûbêj kir
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan: ‘Divê şaşiyên berê ducare nebin’
Serkeftina Kurdan a li Danîmarkayê: 15 kes bûn endamên meclisan
KERKÛK - Erebên hawirde bi darê zorê zeviyên Kurdan cot dikin