Çiyakurd: Daxuyaniyên Lavrov ti zemîneke çareseriyê ava nake!

Çiyakurd: Daxuyaniyên Lavrov ti zemîneke çareseriyê ava nake!

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd bersiva da, daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû, ‘Amerîka hewl dide nîvdewlete Kurd ava bike û dê ev jî bibe sedema teqîneke mezin di pirsa Kurd de’.

Çiyakurd got, daxuyaniyên Lavrov ti zemînekê ji bo çareserî û aramiyê ava nake, lê belê zemînekê ji bo sorkirina Îran û dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ava dike û wiha axivî:

“Çareser nekirina doza Kurd, wê karesatekê bi xwe re bîne. Heger siyaseta redkirin û înkarê bidome ev wê bibe sedema teqîneke trajedîk li pêşiya pergalên zordest. Her hevkariyeke neyînî bi Kurdan re, wê zirarê bigihîne têkoşîna li dijî terorê. Ji aliyekî din ve, dê bibe mîna gotina “Zeytê berdin ser êgir” û siyasetên dijminahî û firehkirinê yên dewleta Tirk û Îranê li herêmê gur bike.”

Bedran Çiyakurd li ser gefên berdewam ên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê dibêje, heger Tirkiyê êrîş bike, wê kaxezan careke din li hev bixe û vegerin çargoşeya destpêkê û aloziya Sûriyê kûrtir bibe..

Çiyakurd herwiha daye zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê xwestiye ku helwesteke cidî û diyar li ser pêşeroja herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî ve nîşan bide, ji bo ku keda wan û HSDê ya li dijî DAIŞê vala neçe.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir