Çiyakurd: Armanca Tirkiyê ne tenê Eyn Îsa ye…  

.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiyakurd, li ser êrîşên Tirkiye û komên çekdar bi ser bajaroka Eyn Îsayê de got, Tirkiye ne tenê dagirkirina Eyn Îsayê difikire, herwiha Kobanê, Minbic û Cizîrê jî di rojeva wê de ye.

Çiyakurd ji medya Rojava re axivî û got, armanca Tirkiyê berfireh e û ne tenê dagirkirina Eyn Îsa ye, herwiha dagirkirina Kobanê, Minbic û herêmên Cizîrê jî di rojeva wan de ye.

Bedran Çiyakurd bi bîr xist ku Eyn Îsa navendeke rêvebirî û siyasî ji bo Rêveberiya Xweser bû û diyar kir ku dixwazin bibêjin; “Me cihê Rêveberiya Xweser dagir kir û me dawî li projeya wan anî.”

Çiyakurd li ser êrîşan hişyarî da xelkê û daxwaz kir, hemû tedbîrên xwe bigirin û piştgiriya HSDê bikin.

Bedran Çiyakurd herwiha da zanîn ku wan bi Rûsyayê re tu lihevkirin li ser radestkirina Eyn Îsayê ji bo hikumeta Şamê çênekirine û ew vê yekê napejirînin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser daxwaz ji Rûsyayê kir, “Bi berpirsyariya xwe rabe û zextê li Tirkiyê bike daku girêdayî peymana agirbestê bimîne. Divê Rûsya bi cidî kar bike û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne.”

Çiyakurd destnîşan kir ku eger aramiya herêmê têk biçe wê bibe sedema ku hêzên terorîst sûdê jê wergirin û xwe bi rêxistin bikin.

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber got: “Rûsya bi vê siyaseta niha wekî hinek aliyan bi hinek aliyên din bitirsîne, her bazaran dike û ji bo demên kurt kar dike ku mebesta wê li dijî hêzên din xwe bi cih bike ye. Lewra alozî kûrtir dibe û ev yek jî nakeve xizmeta aramî û pêvajoya heyî.”

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!