Ciwanên Xaneqînê Al a Kurdistanê li ser dîwaran nexşandin

Bi armanca parastina rûyê Kurdistanîbûna bajarê Xaneqînê, hinek ciwanên Xaneqînê dest bi helmeta nexşandina Al a Kurdistanê li ser dîwarên giştî çêkirinê kirine.

Navenda Nûçeyan- Yek ji çalakvanên Xaneqînê Ebas Rehman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê ve heta naha, ciwanên Xaneqînê bi hemû awayekî rijdbûna xwe ya li ser Kurdistanîbûna Xaneqînê nîşan daye û dema dagirkirina bajar de jî bo rijdbûna li ser Al a Kurdistanê ciwanek şehîd bû.’’

Xaneqîn navçeyekî Kurdistanê yê derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye û piştî xîyaneta 16ê cotmehê ji alîyê Heşdî Şeibî ve hate dagir kirin, lê xelkê bajar berdewam hewl didin rûyê Kurdistanî yê bajar biparêzin.

Basnews

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?