Ciwanekî Efrînî yê 16 salî li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin

Ciwanekî Efrînî yê 16 salî, ji aliyê leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, bi guleyan hat kuştin.

 

Hesen Cume Hemed ciwanekî 16 salî ji bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve ye. Do dema bi malbata xwe re hewl didan di rêya gundê Hemamê re xwe bigihînin Tirkiyê, leşkeran gule bi ser wan de barandin.

Li gor çalakvanên Efrînê diyar kirin, guleyek li Hesen Cume Hemed ket û can da.

Ev ne cara yekem e welatiyên Efrînê li ser sînor tên kuştin. Meha borî jî zarokê Efrînî yê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo dema bi hejmarek kesan hewl dida sînor derbas bikin û biçin Bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyê güle berdanê û kuştin

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê