Civîna PDK, YNK û Goranê bi dawî bû

.

 Îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civîna hevpar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran, li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hat pêkanîn.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di demeke herî nêz de şandeke payebilind a siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên Iraqî ji bo gihiştina rêkeftinê û çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û cîgirkirina wan di projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê de.

Civînê tekezî li ser piştevaniya reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dahat û xerciyên Herêmê û pêkanîna hemû pêngavên pêwîst de kiriye ji bo dabînkirina mûçeyên mehane yên mûçexuran û bersivdana daxwazên wan ên rewa.

Civînê tekez kiriye ku xwepêşandanên şaristanî û dûrî alozî û dûrî êrîşên ser saziyên fermî û malên welatiyan, mafekî rewa ye û aliyên siyasî tekezî li berpirsyariya hevbeş kirine ji bo berjewendiyên bilind ên welatiyan di derbasbûna rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê de, çareserkirina kêşe û qeyranan, rûbirûbûna astengiyan û parastina qewareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê