Civîna NYê de Serok Barzanî wek sembola aştiyê hat nîşandan

Di civîna taybet a 75.mîn salvegera damezrandina Netewên Yekbûyî (NY) ku duhe 21.09.2020ê de birêveçû û beşek ji serokên welata bi rasterast û beşek ji wan jî bi rêya online ve beşdarbûn, tomareke videoyî hate nîşandan û di wê tomarê de Serok Barzanî wek

Vê derbarê de mamostayê zankoyê û şarazayê siyaseta navnetewî Dr. Kirmanc Osman ji BasNewsê re ragehand, nîşandana Serok Barzanî di destpêka civîna salane ya NYê de, ku li gel nûnerê NYê li Iraqê Sergio De Mello bo çareserî û milmilaneyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşandaneke wek sembola aştiyê ye, ku projeyên wan hebûne bo çareseriya pirsgirêkan. Ev yek bo gelê Kurdistanê cîhê serbilindiyê ye.’’

Li gor mamostayê zankoyê ew rêz girtine li gelê Kurdistanê û Serok Barzanî. Nîşaneya bihêzbûna pêgeha herêma Kurdistanê ye ku eger dewlet jî nebe, lê pêkhateyekî bihêz a siyasî ye, ku derî ji milyonan koçberan re vekiriye û Serok Barzanî jî wek sembolek hatiye nîşandan ku piştevaniyê li aştiya cîhanî dike û piştevaniyê bo xelkê lêqewmî kiriye.’’

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê