Civîna Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dest pê kir

Civîna Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê dest pê kir.

 

Mijara sereke ya civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê, gotûbêjên li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê mijarên rawestandî de ye.

Îro pêncşemê 10ê Îlona 2020an, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê û di yekem rawestgeha serdana xwe de, ligel Serok Barzanî civiya.

Serdana Mistefa Kazimî bo Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku 8ê vê mehê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr serdana Bexdayê kir û li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Biryar e, Serokwezîrê Iraqê serdana Duhokê jî bike û li wir biçe navçeya Zaxo û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl. Herwiha Mistefa Kazimî dê serdana Kampa Qadiye ya Êzidiyan û gundekî bombebarankirî yê Amêdiyê jî bike. Kazimî sibe jî dê serdana Silêmaniyê bike.

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir