Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn

Li gundê Milêkerî yê Şirnexê cerdevan bi hev ketin û 7 cerdevan birîndar bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû.

 Li gundê Milêkerî ya Şirnexê, duh danê nîvro ji ber pirsgirêkeke li ser axê di navbera cerdevanan de gengeşî derket.

Di gengeşaya ku veguherî şer de çek hatin bi kar anîn û yek jê bi giranî 7 kes birîndar bûn. Ji heft kesên ku birîndar bûne 6 jê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cerdewanê ku di bûyerê de bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê.

Cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê, 12 cerdevanan binçav kirin.

Li ser bûyerê lêpirsîn hate dest pê kirin. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?