Çeqel ku cureya wî li ber nemanê ye li Semsûrê hat dîtin

Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê bi destê kesên wêneyan dikşînin, dîmenê çeqelê (keftar,wawik) belek ku cureya wê di metirsîya qelandinê de ye û di "lîsteya sor" a kategorîya ajelên divê werin parastin de ye, hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor kategorîyên Yekîtîya Parastinê Siruşt û Çavkanîyên Siruştî ya Cîhanî (IUCN) çeqelê belek di “lîsteya sor a cureyan ku koka wan li ber qelandinê” de ye.

Wênekêşên siruştê dîmenê çeqelê li navçeya Besnîyê di şikeftên nêzîkî herêma Feratê de tomar kirin.

Musa Gurbuz ê wênekêş 2 metre nêzîkî çeqel bû û dîmenê çiqel kişand.

Wênekêş Gurbuz dîyar kir ku wî bihîstibû ku çeqelê belek di şikeftên herêma Feratê de dijîn û ew bi rêberîya Hasan Çelîk û Metîn Saruhan çû şikeftê û wêneya çeqel girt.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê