Çend gundên herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

.

Artêşa Tirkiyê çend gundên herêma Efrînê topbaran kir.

Li gor zanyariyan, topxaneya Tirkiyê gundên Merhenaz, Malikiyê û Şewarxe li nevçeya Şêrawa yên ser bi herêma Efrînê ve ne, topbaran kirin.

Her sê gundên navborî ku li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê dikevin di bin destê hêzên Kurdî ne û car bi car rastî topbaranên hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê tên.

Heta niha tu zanyarî di derbarê encamên topbarankirina wan gundan ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve nehatine zanîn.

Ji herêma Efrînê, tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?