Cenazeyê karkerê Kurd ê bi êrîşa nijadperestî hat kuştin li Erdîşê hat veşartin

Cenazeyê karkerê kurd Ozkan Tokay ê li bajarê Afyon ê Tirkiyê, bi êrîşeke nijadperestî şeva borî hatibû kuştin, îro 14ê Îlonê li navçeya Wanê Erdîşê hat veşartin.

Karkerê kurd Ozkan Tokay şeva borî li navçeya Dînar a Afyonê di encama êrîşeke çekdarî ya nijadperestên tirk de, hatibû kuştin û bira û hevalekî wî jî hatibûn birîndarkirin.

Malbatê cenaze ji Afyonê bi rêya balafirê anîn Wanê û ji wir jî li Goristana Taxa Eganîsa ya Erdîşê spartin axê.

Hat zanîn ku dema rakirina cenaze Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez jî beşdarî kir, polîs û leşkeran ji rojnamevanan û şanda HDPê re astengî derxist ku beşdarîyê nekin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?