Cenazeyê Engîn Eroglu hat dîtin

Di encama xebata bi rojan de cenazeyê Engîn Eroglu yê li ber pezê xwe bû û otobus lê qelibîbû û winda bûbû hat dîtin.


Di encama xebata bi rojan de cenazeyê Engîn Eroglu yê li ber pezê xwe bû û otobus lê qelibîbû û winda bûbû hat dîtin. 

Li gundê Yaylagunu yê girêdayî Pulurê ya Dersimê Engîn Eroglu (28) yê li ber pez bû ji 15 hezîranê vir ve windabû. Cenazeyê Eroglu yê otobus lê qelibîye û wî pekandibû Çemê Munzurê di dawiya xebata bi rojan de hat dîtin.

 Ji gellek bajaran ekîbên rizgariyê û lêgerînê hatibûn û xebatek zêde birêve birin. Ekîban cenazeyê Eroglu li cihek 8 kîlo metre dûrî cihê ku otobus lê qelibiye li mewkiya Torunoba ya girêdayî Pulurê hat dîtin. 
 
Cenazeyê Eroglu li cihê hat dîtin wergirtin û ji bo otopsiyê dê bibin Dersimê. 
 
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?