Çekdarên Tirkiyê li navçeya Şiyê ya Efrînê 2 sivîl revandin

Çekdarên Tirkiyê li bajarokê Şiyê yê Efrînê zilamek û kurê wî revandin.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Silêman Şah (Emşat) roja 25 vê mehê kesê bi navê Reşîd Cemîl Hebeş û kurê wî Mihemedê 18 salî ji Şiyê revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdarên wê grûpê dest danîn ser 4 dukanên Mihemed Îbrahîm Elûş û Îbrahîm Husên Murad û benzîbxaneyekê û dan erebên li wê navçeyê bi cih bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?