Çekdarên Tirkiyê 5 kurdên din li Efrînê revandin

.

Çekdarên Tirkiyê 5 kurdên din li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandin, bo berdana wan jî daxwaza dirav dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên Tirkiyê rojên 20 û 22 vê mehê, 5 welatî ji bajarokê Mabeta yê Efrînê revandin. Li hember berdana wan jî daxwaza dirav dikin.

Kesên hatine revandin ev in: Mihemed Hudên Yûsif, Nûredîn Hemîd Coco, Mihemed Yûsif Coco, Remzî Henan Elîko, Zuhêr Mistefa Şabo.

Revandina van 5 kesan piştî wê yekê tê, grûpên çekdaran di 2 mehên borî de zêdetir ji 20 kesan ji bajarokê Mabeta revandine, hinek ji wan endamên Encûmena Xwecihî ya Bajêr in. Heta niha çarenivîsa beşeke mezin ji wan revandiyan ne diyar e.

Bajarokê Mabeta dikeve rojavayê Efrînê û 15 km jê dûr e. Piraniya xelkê wê kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê