Çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê 2 kesên din ên kurd revandin

.

Grubên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike, jin û mêrekî kurd ji bajarokê Mabeta revandin.

Rêxistina Mafên Miovan li Efrînê belav kir, gruba çekdar welatî Îbrahîm Xencer û jina wî Narîn Ala ji roja 24 vê mehê ve revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir jî, pêştir jî keça wan Medya Xencer ku di Encûmena Xwecihiya Mabeta bû hatibû revandin.

Girtina malbata Xencer di wê çarçoveyê de, pêştir roja 14ê Cotmehê  çekdaran Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabeta Ebdulmultelib Şêx Nasan û hejmarek ji karmendên wê encûmenê revandibûn û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û heta niha bi hezaran Kurdên Efrînê revandine û çarenvîsa beşeke revandiyan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan bi armanca wê yekê ye, ta ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin