Çekdarên ser bi Tirkiyê Iraqiyan li Serê Kaniyê di cîhê kurdan de bicîh dikin  

.

Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, demografiya Serê Kaniyê diguhêrin û karta nasnameyê dide malbatên DAIŞê yên Iraqî û wan li cihê kurdan bicih dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê ku ser bi hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ve ye, daxwaz ji welatiyên Iraqî yên li Serê Kaniyê dimînin kir, berê xwe bidin Rêveberiya Nasnameyan û Karbarên Sivîlan a li bajêr, ji bo karta nasnameyê werbigirin.

Li gor çalakvanên kurd, kesên Iraqî yên li Serê Kaniyê dimînin, pêştir çekdarên DAIŞê bûn û li her du kampên Mebrûka û Eyn Îsayê diman. Çalakvan dibêjin, piraniya wan welatiyên iraqî ji pêkhatiya turkmen in û li şûna kurdên Serê Kaniyê yên derbider bûne tên bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wê ve, 9ê Cotmeha 2019an êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kirin û dagîr kirin. Di encamê de bi sedhezaran xelk koçber û derbider bûn. Ji wê demê ve jî demokgrafiya wan herêman diguhêrin û malbatên çekdaran ên navçeyên din li şûna kurdên resen bi cih dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê