Çekdaran mamosteyeke jin jî tê de 6 welatî yên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê 7 welatiyên Kurd direvînin û di nava wan de mamosteyeke jin heye û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Grûpên çekdar ên li Efrînê 7 welatiyên Kurd direvînin û di nava wan de mamosteyeke jin heye û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar ji 10 rojan ve ye mamoste Nêroz Mehmûd a ji gundê Kurzêlê li ser rêbenda gundê Turindê revandine û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Wê rêxistinê belav kir jî, hêzeke hevbeş ji Polîsa Azad û leşkerên Tirk îro avêtin ser gundê Dîkmedaşê yê navçeya Şera û 5 welatî revandin.


Navên kesên revandî wiha ne: Yûsif Henîf, Luqman Fehmî Mihemed, Kerîm Elî Cuma, Ebdilhemîd Hemîd Hemzê, Ehmed Hesen Arif Riyad Elî Cume.
Li Efrînê, bi bihaneyên cuda û ji bo standina pereyan ji malbatên wan, welatiyên sivîl bi awayekî rojane ji aliyê grûpên çekdar ve têne revandin, li gor amaran jî ta niha zêdetir ji hezar kesên revandî çarenivîsa wan ne diyar e.
 
S. B

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?