Çekdaran li Efrînê 25 kes girtin

.

Grûpa Cebhe El-Şamiyê zêdetirî ji 25 kes ji navçeya Mabata ya herêma Efrînê girtin, ku di nava wan de nasnameyên 2 jinan jî hatine naskirin.

Li gorî çavkaniyên ji nava Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê ya oposizyona Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ye, zêdetirî ji 25 kesan ji navçeya Mabata ya herêma Efrînê girtine.

Li gor zanyariyan di nava wan kesên hatine girtin de çend jinên Kurd jî hene, ji jinên girtî Hêvîn Hembaşo û Rehîle Muxtar hatine naskirin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Enqere piştevaniya wan dike.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Li herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!