Çekdaran 500 darên din ên zeytûnê birîn û wan wekî êzîng difiroşin

Çekdaran 500 darên din ên zeytûnê birîn û wan wekî êzîng difiroşin

 

Hat ragihandin ku çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, talan û diziya li ser deverên bin kontrola xwe de berdewam dikin û herî dawî jî li navçeya Şera ya Efrînê 500 darên zeytûnan birîne.

Li gorî ragihandina malpera Afrîn Postê 500 darên zeytûnê û bi sedan darên sindiyanê li navçeya Şerayê hatin birîn.

Çavkaniyên Afrînpostê diyar kirine ku çekdar darên zeytûnê yên xelkê bêserûber dibirin û her tonek darên ki dibirin jî wekî êzîng bi sed û 15 dolaran difiroşin.

Afrînpostê daye zanîn kuf çekdaran 300 dar li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê û bi sedan dar jî li gundê Zehrê yê heman navçeyên birîne.

Herwiha li gorî heman çavkaniyan, daristanên herêmê têne şewitandin û talankirina şûnwarên dîrokî jî ji aliyê çekdaran ve berdewam e.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?