Çekdaran 3 welatiyên Efrînê revandin!

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê revand û bi ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê revand û bi ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa bi navê Sultan Murad 3 welatî ji gundê Qurtqulaqa Mezin bi hinceta ku berê leşkeriya neçar li cem Rêveberiya Xweser kirine revandin û ber bi bi cihekî ne diyar ve birin.
Wê rêxistinê navên wan her sê welatiyan diyar kir, ku Mesûd Ehmed Muslim, Şebab Menan Moşo û Şaban Emîn Reşo ne.


Di beşeke din a raportê de, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir jî, li gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê gule di nava gund de avêtin û yek bû sedem ku agir bi hirş û darisatana gund ket û hejmarek mezin ji darên hiracî û darên zeytûnan şewitîn.  
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?