Çekdaran 3 Kurdên din yên Efrînê revandin

Komên çekdar ên bi ser Tirkiye ve, 3 welatiyên kurd ji herêma Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî duhî kesek bi navê Mihemed Hacî Hesen ji Nahiya Mabeta revand.

Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdarên Polîsa Leşkerî û Ehrar El-Şerqiye 2 bira Reşîd û Dîdar Xorşîd ji gundê Kora yê ser bi Cindirêsê ve revandin. Diyar kir jî, çekdaran pere û otombîleke wan dizîn û piştre ew bi ber cihekî nediyar ve birin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, gelek caran komên çekdar ji bo pereyan ji welatiyên kurd ên Efrînê bistînin, wan bi tometa “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye” wan tometbar dikin û direvînin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?