Çekdaran 2 xortên Efrînî revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 2 xortên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve roja 29ê Tebaxê xortê bi navê Ferat Mehmûd Îbrahîm li ser rêbenda gundê Tirindê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdarên grûpa Ceyş El Şerqiye roja 31ê Tebaxê xortê bi navê Qaziqlî Cemîl Meho li bajarokê Cindirêsê revand.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran Kurd hatin revandin û binçavkirin û hejmareke zêde ji wan jî çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?