Çekdaran 10 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar yên li Efrînê 10 welatiyên Kurd ji gundên Efrînê revandin û hinek piştî demekê berdan, lê çarenivîsa beşek ji wan jî hîna ne diyar e.


Grûpên çekdar yên li Efrînê 10 welatiyên Kurd ji gundên Efrînê revandin û hinek piştî demekê berdan, lê çarenivîsa beşek ji wan jî hîna ne diyar e.


Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Cebhe El Şamiyê 2 welatiyên sivîl ji gundê Mîrka yê navçeya Mabeta bi navên Mistefa Husên û Yasîn Tahir Ebdo revandin.


Li gundê Dîkmedaşê yê navçeya Şera, grûpên çekdar 3 welatî ji bi navê Henîf Fehîm Arif, Ciwan Welîd Horo û Mistefa Îbrahîm Mistefa revandin.


Li gundê Remadiyê yê navçeya Cindirêsê jî, çekdaran 2 welatî bi navên Nûrî Ebdilrehman Reşîd û Selah Sebrî Reşîd revandin.


Herwiha wî jêderî amaje bi wê yekê kir, grûpên çekdar 3 welatî ji gundê Memila yê navçeya Raco revandin, lê piştî çend demjimêran ew berdan.


Li Efrînê, bi bihaneyên cuda û ji bo standina pereyan ji malbatên wan, welatiyên sivîl bi awayekî rojane ji aliyê grûpên çekdar ve têne revandin, li gor amaran jî ta niha zêdetir ji hezar kesên revandî çarenivîsa wan ne diyar e.
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?