Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike

.

Li dijî wan kesên ku destdirêjî kiribûn ser goristana Xiristiyanan li gundê Hermote, mamosteyên olî yên Misilman û kesayetên navdar ên Koyeyê helwesteke dîrokî û şaristanî nîşan dan.

Şandeyek ji melayên olî û kesayetên Koyeyê îro 5ê Berçile bi çepkên gulan ve serdana goristana gundê Hermote kir. Armanca serdanê, nîşandana hevsoziyê û şermezarkirina wê êrîşa nebaş a li ser gorên welatiyên Mesîhî bû.

"Ti kes nikare biratiya me têk bide"

Di serdanê de, mamosteyên olî tekez kirin ku tu hewldaneke têkder nikare derzê bixe nava pêkhateyên bajêr û prensîbên dîrokî yên biratiyê lekedar bike.

Keşe Zeya: Ev bûyer bû sedema bihêzbûna me

Keşeyê Dêra Koye û Hermote, Peder Zeya Şaba, spasiya vê helwesta mêrxasane kir û ragihand: "Ev bûyer wekî zengeke hişyarkirinê bû ji bo hemûyan. Her çiqas bûyereke bi êş bû, lê bû sedem ku peywendiya dîrokî ya bi sedan salan a di navbera Misilman û Mesîhiyên deverê de kûrtir û bihêztir bibe."

Keşe Zeya biratiya navbera pêkhateyan bi "avahiyeke ku bingeha wê ji kevir e" binav kir û got, ew li hemberî her hewldaneke têkderan xweragir e û ti bayekî lawaz nikare wê biratiyê birûxîne.

Di dawiya peyama xwe de, Keşe Zeya hêvî xwest ku bûyerên wiha li ti cihê Kurdistanê dubare nebin û daxwaza lêborînê ji malbatên wan miriyan kir ku gorên wan hatine şêwandin.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin