Buhayê petrola Brent gihişte 53 dolar

.

Buhayê petrolê bi awayekî berçav bilind bûye. Îro ligel vebûna bazar û bi piştgiriya lawaz a buhayê dolar, herwiha berî civîna OPEC+, buhayê petrolê bi awayekî berçav bilind bûye.

Buhayê bermîlek petrola xav a Brent, bi rêjeya ji sedî 2.32 bilind bûye, bi vê jî buhayê her bermîlekê gihişte 53 dolar, buhayê bermîlek petrola sivik a Teksasê jî bi rêjeya ji sedî 2.10, bo 49 dolar û 54 sent bilind bû.

Tevî zêdebûna vîrusa Koronayê li Brîtanya û pêkanîna rêkarên giran jî, daxwaza Çînê li ser petrolê bi awayekî berçav di bilindbûnê de ye, bi awayekî ku ev sermaya zêde û kêmbûna sotemeniya pêwîst, wisa kiriye ku kompanî berê xwe bidin bikaranîna jenaratoran.

Ev di demekê de ye ku çend çavkaniyên ji civîna OPEC+ agahdar ragihandine; çendîn welat û Erebistana Siûdî bi taybetî bi hişyarî li bilindbûna asta berhemanîna li meha Sibatê dinêrin, bi awayekî ku Rûsya ragihandiye; îhtimal heye OPEC+ asta berhemanîna rojane 500 hezar bermîl petrol kêm bike.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?