Brîtanya Li Rojava Dibe Navbeynkar

Brîtanya dixwaze aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji hev nêzîk bike û bi vê mebestê, şandeke Brîtanya serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Brîtanya dixwaze aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji hev nêzîk bike û bi vê mebestê, şandeke Brîtanya serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.


 

Li gor zanyariyan, ew hewldanên Brîtanyayê bi hemahengî ligel Amerîkayê ne û ji bo vê mebestî şandeke Wezarete Derve ya Brîtanyayê li Rojavayê Kurdistanê ye.


 

Tê pêşbînîkirin ku di destpêka hefteya bê de ew şand bi herdu aliyên siyasî yên nakok Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re bicive.


 

Ev hewldanên Brîtanyayê piştî wê yekê tên ku destpêşxeriya Fransayê ya ji bo ji hev nêzîkkirina aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê negihişt ti encamekê.


 

Berî 4 mehan, Fransayê destpêşxeriyek ji bo nêzîkkirin û lihevanîna aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ragihand û çend civîn û hevdîtin bi ENKS, PYD û TEV-DEMê re pêk anî, lê belê encamek ji wan hewldanên Fransayê derneket.

  

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin