Bo cara yekem li Kurdistanê, jinek dibe Seroka Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe

.

Di çarçoveya hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo xurtkirina pêgeha jinan di saziyên serbazî û ewlehiyê de, îro posta Seroka Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe ji efsereke jin re hate spartin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 24ê Sibatê pêşwazî li Emîda Mafperwer Çira Ehmed Letîf kir. Di hevdîtinê de, Emîd Çira bi fermî wek Seroka Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe/2 (bi wekalet) dest bi karê xwe kir.

Wezîrê Navxweyî pîrozbahî li Emîd Çira kir û hêviya serkeftinê di vî erkê hestiyar de jê re xwast. 

Ev biryar wekî beşek ji stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina rola jinan di postên bilind û qadên biryardanê de tê dîtin. 

Li gorî yasa û rênimayiyên Wezareta Navxwe, ev dadgeh taybet e bi dadgehkirin û yekalîkirina wan dozên ku girêdayî binpêkirin û sûcên serbazî yên karmend û efserên ser bi Wezareta Navxwe ve ne.

Amarên fermî nîşan didin ku di dema Kabîneya Nehem de, beşdariya jinan di nava hêzên asayîşa navxwe de gelekî zêde bûye û çendîn efserên jin gihîştine pileyên bilind û erkên stratejîk wergirtine.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin