'Birîna mûçeyê xelkê Kurdistanê berdewamkirina şoveniya enfal û kîmyabaranê ye'

.

Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramî, bertek nîşanî biryara şeva borî ya qutkirina mehaneyên fermanberên Kurdistanê bi dengên parlamentarên şîe û sune yên Parlamena Iraqê nîşan da û got, ‘tişta li Parlamentoya Iraqê hate kirin, heman fikra dema enfal û kîmyabaran û birçîkirina xelkê ye.’

Pêşewa Hewramî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Tişta li Parlamentoya Iraqê hate kirin, dijî herêma Kurdistanê bû, Iraq dubare îspat kir, ti demekê Iraq ne ya kurdane û nabe, nefesa enfal û kîmyabaranê û birçîkirin ji wan şovenan xilas nabe.”

Hewramî li ser qutkirina 320 milyar dînarê ku di navbera Hewlêr û Bexda de rêkeftin li ser hatibû kirin got: “Birîna mûçeyê xelkê Kurdistanê, enfal û kîmyabaran tîne bîra mirov û ji me re dibêje, Iraq bi bername û bi qesdî çend sale kurdan birçî dike. Ew çi ji dest wan bê, bi tifeng be yan bi birçîkirinê be li hember kurdan dê bikin û xwe jê paşde nagrin.”

Berdevkê PDKê got, “Erebên şîe û suneyên Iraqê, dema mesele dibe kurd, hemû nakokiyên xwe didin milekê û dîroka tijî dijminayiya navxwe jibîr dikin û berê xwe didin dijminê nav dilê xwe. Ji ber wê dema yekgirtin û dana aliyekî ya nakokiyan e û helwest wergirtina kurdane, rewşa me li gel Iraqê ji vê xirabtir nabe.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?