Biden li ser şerê Ûkrayna û Rûsya axifî

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser destpêkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê axifî. Biden bi kurtayî mijarê û tedbîrên li hemeberê Rûsyayê bên sitendin weha ragihand:

“Çend hefteye em dibêjin ev êrîşeka plankiriye. Em ê nehêlin ku Rûsya bi temamê karên xwe li ser dolar, ewro û Yenê bike. Em plan dikin ku ber li finansa artêşa Rûsyayê bigrin.

Putin ji xwe re şer bijart û wê tehemula encama şer jî bike. Me bi 27 endamên Yekîtiya Awrûpayê re koalîsayonekî ava kir. Em ê nehêlin ku artêşa Rûsyayê bê fînansekirin û dorpêçan deynin ser. Ew mîlyarderên ku herimîne, em ê dorpêçan deynin ser wan.

Wê NATO sibê civînekî bike û em ê pêngavên bên avêtin destnîşan bikin. Wê pêngavên ku NATO yê xwurt bikin bin. Artêşa me û hêzên me wê li Ûkrayna û Rûsyayê şer neke.

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor