Bi hezaran hecîyên Kurdistanê bi rê dikevin

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê ragihand, yekemîn karwana hecîyên Kurdistanê sibê ber bi Erebistana Siûdî bi rê dikevin.


Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê ragihand, yekemîn karwana heciyên Kurdistanê sibê ber bi Erebistana Siûdî bi rê dikevin.
Berdevkê Wezareta Ewqaf ya Kurdistanê Nebez Îsmaîl da xuyakirin, amadekarî xilas bûne, ji ber wê jî sibê 10ê Tîrmehê yekemîn karwana heciyên Kurdistanê diçe Erebistanê.
Nebez Îsmaîl got:

"beşek ji wê karwanê bi rêya firokexaneya Hewlêrê, beşek jî bi rêya firokexaneya Silêmaniyê diçin û ew dê hewl bidin tevahiya heciyan heta roja 15ê vê mehê bişînin.
Berdevkê Wezareta Ewqaf diyar kir ku îsal zêdetirî 7 hezar kes diçin hecê û da zanîn, 6 hezar û 200 kes bi rêya hikûmetê diçin û yên din jî li ser hesabê xwe diçin."


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?