Bexda cara dawî dê li ser xala 140 ê biaxife

.

Heyeta Lênêrîna Destûrê ya Iraqê bo li ser xala 140 ê ya destura Iraqê biaxifin dê cara dawiyê bicive. Ragihandin ji aliyê parlementoyê de hat kirin. Civîn îro wê saet di 10.00 an de be û li baregeha serokatiya parlementoya Iraqê ya taybet bibe.

Xala 140 ê ya destûra Iraqê li ser dahatûya bajarê Kerkûkê, Diyala, Nînowa û Selahaddînê ye an ku ew deverên ku Kurdistanin lê ne di bin rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne û li ser wan di navbera Bexda û Kurdistanê de arîşe hene.

Wê li ser 3 xalan bê rawestandin: Di asta yekem de wê halê Kerkûkê bê normalkirin. Di asta duyê de serjimara bajêr bêkirin û di asta sêyem de wê referandûm bêkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?