Berpirsekî PDKê: Rêveberiya mektebekî jî nedane PDKê!

Berpirsekî PDKê dibêje, li devera Silêmaniyê rêveberiya mektebekî jî ber para PDKê neketiye!


Berpirsekî PDKê dibêje, li devera Silêmaniyê rêveberiya mektebekî jî ber para PDKê neketiye!


Berdevkê encumena serkirdetiya PDKê li Silêmanî û Helebcê, Eta şêx Hesen ji BasNewsê re got, li devera Silêmaniyê ti postekî îdarî ber para me neketiye, heta rêveberiya mektebekî jî nedane me!


Eta şêx Hesen her wiha got, helbet derdê me post û pile nîne, tenê em dixwazin ew xizmetguzariya ku li devera PDKê heye derbasî Silêmaniyê jî bibe ji ber ku ev demek e ti xizmetguzariyek li vir nayê kirin.


Wî berpirsê PDKê anî ziman, sebeba wê jî ew e ku ew bûdceya ku bo Silêmaniyê tê terxankirin, nagihê destê xelkê bajêr û hinek kes bi kêfa xwe xerc dikin.
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?