Berpirsekî Gorran: “Em ê navê namzedê xwe yê ji bo wê peywîrê radestî serokê herêmê bikin.’’

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran radigehîne, dê sibehê 01.08.2019ê dê navê namzedê xwe yê cîgirê serokê herêma Kurdistanê radest bikin.

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran radigehîne, dê sibehê 01.08.2019ê dê navê namzedê xwe yê cîgirê serokê herêma Kurdistanê radest bikin.

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piraniya endamên Civata Niştimanî nexwestin ku endamê xaneya raperandinê bikevin nav kabîneya nû ya hikûmetê. Nêrîna me wisa bû ku kesên nû derkevin pêş û bibin namzed, li gel vê jî Kak Omer Seyid Elî nêrîna xwe li gel me kir yek û egerekî mezin jî heye ev nêrîn bibe biryar.’’

Herwaha derbarê dest ji kar kêşana Heme Tofîq Rehîm de jî ragehand, ‘’Heme Tofîq tenê li xaneya raperandinê dest ji kar kêşaye, lê xwe ji bo cîgirê serokê herêm kiriye namzed û xwe ji wê namzediyê nekêşaye.’’

Hêmin Şêxanî got: ‘’Di civata niştimanî û civata giştî ya Gorran de ti namzedek bo wî erkî nehatiye destnîşan kirin, lê endamekî wek Mistefa Seyîd Qadir heye namzede bo wî erkî û dawiya vê heftiyê ango sibe 01.08.2019ê em ê navê namzedê xwe yê ji bo wê peywîrê radestî serokê herêmê bikin.’’

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in