Bernameya Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê û Batman Yenîsahneyê diyar bûye

.

Şanoya Bajêr a Amedê û Batman Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Adarê eşkere kiriye.

Şanoya Bajêr a Amedê û Batman Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Adarê eşkere kiriye.

Di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de ligel lîstikên wan bixwe lîstikên mêvan û du jî konser hene.

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê 4ê Adarê bi lîstika “Don Kîxot” dest pê dike. Lîstika ku Ferhad Feqî derhêneriya wê kiriye ji metna Cervantes hatiye girtin.

Lîstika “Tartuffe” du rojan, rojên 11 û 12’yê adarê tê lîstin. Lîstika ku ji metna Moliere hatiye girtin, derhêneriya wê Ruknettin Gun kiriye.

Lîstika “Hinek henek” ji bo çar rojan ketiye nav bernameyê. Lîstika ku derhêneriya wê Nazmi Kahraman û Yavuz Akkuzu kiriye rojên 18, 19, 23 û 24’ê adarê dê derkeve ser dikê.

Ji bilî van çend lîstikên mêvan hene. Ji van lîstika “Serbaz* ku lîsktika Yenisahne ya Batmanê ye rojên 26 û 27ê mehê tê lîstin. Lîstika ku metna wê aîdê Hristo Boyçev e,

derhêneriya wê Yakup Selimoglu kiriye.

Ji bilî van lîstikên bi kurdî, Şanoya Bajêr a Amedê dika xwe ji bo du lîstikên bi tirkî yên mêvan jî vekiriye.

Ji van lîstika “Tayo, Datdat ve Onceki Bazi Hayatlar” 13’yê mehê tê lîstin. Lîstika Kumpanyaamed, derhêneriya wê Baver Karahanci dike.

Lîstikeke din jî bi navê “Domuz Ahiri” ye ku lîstika Uvercinka Kultur Sanat Akademî ye. Lîstika ku ji Athol Fuard hatiye girtin derhêneriya wê Hasan Bayram kiriye. Lîstik 17ê mehê tê pêşkêşkirin. Hemû lîstik saet 19.00an de têne lîstin.

Şanoya Bajêr du heb jî konser xistine nava bernameyê û ew dê li AmîdArtê li dar bikevin. Ji van Tuba Akkaya 3yê Adarê dê resîtala gîtarê pêşkêş bike. 9ê mehê jî  

Guneş Demir û Ozan Çoban dê konserê pêşkêş bikin.

Batman Yenîsahneyê jî  bernameya xwe ya meha Adarê aşkere kiriye. Di meha Adarê de li gel lîstikên komên lokal wê lîstikên komên mêhvan jî bên lîstin. Her weha dê lîstika “Serbaz” vê mehê di turneyê de be, dê biçe Diyarbekirê ser dika Şanoya Bajêr a Amedê.

Bername di 2yê Adarê de dest pê dike û 2ê Nîsanê de bi dawî dibe.

Bernameya meha Adarê ya Batman Yenîsahneyê weha ye:

/Bianet

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!