Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne

.

Endama Encûmena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed ragihand, ew wek aliyê Kurdî ji bo her danûstandinekê ligel hikûmeta Şamê amade ne, lê diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê di demên dawî de xwe ji diyalogê paş ve dikişîne. 

Bêrîvan Mihemed îro 1ê Îlonê ji K24ê re got: "Em ji bo her danûstandinekê ligel hikûmeta Şamê amade ne, lê di demên dawî de hikûmetê xwe ji danûstandinan da paş." Destnîşan kir jî, hewldanên wan ji bo diyalogeke siyasî berdewam in da ku nêrîna xwe bigihînin hemû aliyan.

Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, divê mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên din ên Sûriyeyê di destûra nû ya welat de bêne parastin û got: "Ne tenê Kurd, lê divê hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê welat, mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin û bên parastin."

Endama Encûmena Giştî ya PYDê tekez kir, ew di nav Sûriyeyê de hêzeke Kurdî ne û xwedî maf in, ji ber vê yekê pêwîst e hikûmeta Şamê li ser erdê van rastiyan qebûl bike û mafên hemû gelan misoger bike.

K24

Siyaset Haberleri

Şertê Artêşa Îraqê ji bo cotkaran: Pêşî li 'zêdegaviyê' mukir werin, paşê garis biçinin
Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin