Berdevkê hikûmetê: Eger Bexda 320 milyaran rêneke dê bijardeyên me yên din hebin

.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku eger 320 milyarê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve pêwîste bê şandin neşînin, wê hikûmeta herêma Kurdistanê jî alternatîfên wê hebin.

Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragehand, ew destpêkê li benda bersiva hikûmeta Iraqê ne derbarê şandina beşa budceya herêma Kurdistanê de. Lê ‘’Eger Bexda 320 milyar dînari neşîne, wê demê hikûmeta herêma Kurdistanê bijare û alternatîfên wê yên din dê hebin.’’

Cotyar Adil ji K24ê re ragehand, ‘’Pirsa dabeş kirina mûçe yek ji karên serekî yên hikûmetê ye, wek tê zanîn hikûmetê tişta pêwîst kiriye bo dabîn kirina mûçe. Di dema borî de deyn hatine kirin, ku mûçeyên fermanberan bê dabîn kirin. Naha jî amadeye rêkarên yasayî û guncaw peyda bike, ku mûçeyê mûçexorên herêma Kurdistanê dabeş bike.’’

Herwaha got: ‘’Li ser vê pirsê me guftûgo li gel Bexdayê kirin, herwaha bi nivîskî jî amaje bi vê babetê tê kirin, em teqez jî dikin ev babete ti peyvendiya xwe bi yasaya budceya Iraqê ve tine, ji ber ev mafê xelkê herêma Kurdistanê ye.’’

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin