Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê: Demekî nêzîk de şandeyekî hikûmetê serdana Bexda dike

.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, demekî nêzîk de şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê dê serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike. Herwaha pêşwazî li gotinên berdevkê hikûmeta Iraqê kirin.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Adil Cotyar di civîneke çapemeniyê de ragehand, ew yasaya li Parlamentoya Iraqê derketiye, dikeve çarçoveya cezayê siyasî, ‘’Me rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê kiriye û roja 15.08.2020ê ew rêkeftin pêkhat. Demekî nêzîk de dê şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û dê demeke nêzîk de dema serdanê û kesên beşdar jî dê bên ragehandin.’’

Derbarê gotinên berdevkê hikûmeta Iraqê de jî Dr. Cotyar Adil got: ‘’Em spasiya berdevkê hikûmeta Iraqê dikin û destxweşiyê lê dikin. Gotinên wî hemû heq in û ev awayeki rêveçûna peyvendiyane di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de.’’

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?