Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser êrîşa mûşekî daxuyaniyek da

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser êrîşa mûşekî daxuyaniyek da

Di derbarê êrîşa mûşekî ya li nêzîkî hêzên Hevpeymanan ên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê Wayne Marotto diyar kir, raporên destpêkê destnîşan dikin, mûşek li sînorê hêzên Hevpeymanan neketine xwarê.

Wayne Marotto da zanîn, di encama êrîşan de, tu ziyanên canî û madî çênebûne û li ser rûdanê lêkolînê dikin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, do êvara Çarşemê, di  20:30an de, şeş mûşek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine avêtin.

Wezaretê diyar kir, mûşek ji sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şei'bî. Tîmên me yên taybet, ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir, dest bi lêkolînê kirine.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?