Bendava Qersê qeşa girt

.

Li parêzgeha Qersê êdî demsala zivistanê ye û ji ber sir û sermaya şevê Gola Bendava Qersê qeşa girt.

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê destpê kiriye û li hinek bajaran bi taybetî şevan pileya germê daketiye 15 pile jêr sifrê.

Li parêzgeha Qersê jî piştî barîna berfê pileya germê dadikeve 10-15 pile jêr sifrê. Ji ber vê sir û sermayê gola bendavê qeşa girtiye û darên di nav bendavê de dîmên xweşik derdixin holê. Nîvê daran di nav qeşayê de ne û nîvê din jî bi rengê spî xemilî ne.

Welatî dibêjin li navçeya wan êdî hewa gelekî sar bûye û carna pileya germê dadikeve 10-15 pile jêr sifrê û her der qeşa digre.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?