BCF: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê ber xerabbûnê ve diçe

.

Tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) li Rojavayê Kurdistanê hişyariyê didin ku rewşa tenduristiyê li herêmê ne baş e û roj bi roj ber bi xerabbûnê ve diçe.

Berpirsê Yekeya Tenduristiyê yê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebas Azad di bultena tenduristiyê ya Rûdawê de behsa rewşa dawî kir.

Dr. Ebas Azad ragihand ku zarokên li herêmê tûşî kêmxwariniyê bûne û pêdiviya wan a lezgîn bi xwarinê heye.

“Dermanê 2-3 hefteyan maye”

Dr. Ebas Azad diyar kir ku pêdiviyeke zêde bi dermanên dijî iltîhabê, antîbiyotîk, şirûb, kelûpelên lezgîn û dermanên nexweşiyên kronîk heye û got:

"Ew dermanên ku niha di destê me de ne tenê têra du heta sê hefteyan dikin."

“Ji ber nebûna cih neştergerî nayên kirin”

Li gorî gotina Dr. Ebas Azad, niha ti neştergeriyek li Rojavayê Kurdistanê nayê kirin.

Dr. Azad eşkere kir ku çend bijîşkan ji Başûrê Kurdistanê xwestiye ji bo encamdana neştergeriyan serdana wan deveran bikin lê ji ber nebûna cihê guncaw nikarin biçin.

Pirsgirêka kareba û sotemeniyê

Berpirsê Yekeya Tenduristiyê yê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî pirsgirêkên kareba û sotemeniyê wekî "pirsgirêkeke mezin" bi nav kir û anî zimên:

"Kareba û sotemenî wekî ku tê xwestin nagihîje hemû deveran, loma Rojavayê Kurdistanê hewceyî alîkariyeke zêdetir e."

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî û Mîrê Qeterê: Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin
Rêxistin û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bangî Serok Barzanî dikin
Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike