Bazirganekî kurd li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya Îranê hat kuştin

.

Bazirganekî kurd yê xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya Îranê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê otomobîla bazirganekî kurd bi navê Behzad Mihemedî dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ew bazirgan û şofêrê wî hatin kuştin.

Roja 27 Mijdara îsal jî bazirganekî kurd yê xelkê bajarê Seqizê bi navê Siyamek Kerîmî li devera Sebzevar ya parêzgeha Xurasana Rezevî ya Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê