Barzanî ji bo wefata pêşmergeyekî peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta wefata pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Sabîr Bêserî peyameka serxweşîyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta  wefata pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Sabîr Bêserî peyameka serxweşîyê  belav kir.
Serok Barzanî duhî bi minasebeta wefata pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Sabîr Bêserî peyamek belav kir û hevxemiya

xwe bo malbata wî nîşan da. Peyama Barzanî wiha ye:


Malbata birêz ya rehmetiyê emîd Sabir Bêserî!
Mixabin xebera wefata pêşmergeyê şoreşa mezin ya îlonê û fermandeyê dilsoz û jêhatî kak Sabir Bêserî gihîşt min.
Kak Sabir, ji bilî wê yekê ku hemû temenê xwe bi awayekî dilsozane xist xizmeta gel û welatê xwe, tekane kurê xwe Keywan jî kir qurbana welat.


Ez di vê helkefta xemnak de serxweşiyê li we û hevalên kak Sabir dikim û xwe şirîkê xema we dibînim.
Ez lavahiya ji Xwedayê Mezin dikim ku giyanê kak Sabir bi behest berîn şa bike û sebrê bide her kesî.
 


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?