Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir

.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ku 75 parêzer di nav de ne, dê di nêz de dest bi xebatên xwe bike. 

Baroya Wanê, Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir. 75 parêzer di nav komîsyonê de ne. Dê komîsyon di nêz de dest bi xebatên xwe bike. Berpirsiyarê komîsyonê Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê Kadîr Kûtevî, diyar kir ku dê bi xebatên xwe li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bisekinin. 
 
Kûtevî, diyar kir ku li bajêr gelek parêzer di warê xwendin û nivîsandina bi kurdî de zehmetiyê dikişînin û ji bo vê dest bi hin xebatan kirine. Kûtevî got: "Ji bo parêzer hînî kurdî bibin em ê hin polan çêbikin û em ê kurdî hînî parêzeran bikin. 75 hevpîşeyên min di nav vê komîsyonê de cih digirin. Em ê gazî mamosteyên kurdî yên li Wanê bikin û dest bi dersan bikin." 
 
Kûtevî, anî ziman ku piştî Cejna Remezanê dixwazin di çarçoveya pîvanên pandemiyê de konsereke dengbêjan li dar bixin û tevî parêzerên di warê kurdî de dixebitin li ser hin xebatan hûr bibin. Kûtevî bilêv kir ku dê gazî malbatên parêzerên hatine kuştin bikin û guh li çîroka wan bikin û li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê çalakiyên wekî semîneran li dar bixin. 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan