Baroya Parîsê endamîtiya rûmetê da Tahir Elçî û 2 parêzerên din

Baroya Parêzerên Parîsê, endambûna rûmetê da sê parêzerên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ku serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015 di bûyereke gumankirî de hatibû kuştin, yek ji wan kesan e.

Baroya Parîsê, parêzera Kurd a ji Dêrsimê ya bi navê Ebru Timtik ku çend roj berî niha ji ber greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabû, û herwiha Aytaş Unasl wek endamên xwe yên fexrî qebûl kirin.

Tahir Elçî 28 Kanûna 2015 li navçeya Sûr a Amedê û piştî konferanseke rojnamevaniyê, bi awayekê gumanlêkirî û di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.

Ebru Timtik û Aytaç Unsal sala 2018 bi tometa “endambûna di rêxistina terorîstî” de hatibûn girtin û piştre dadgehê ji bo Ebru Timtik 13 sal û 6 meh û ji bo Unsal jî 10 sal û 6 meh cezayê zîndanê birîbû.

Parêzer Ebru Timtik piştî 238 rojan ji greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest da û Aytaç Unsal hêj di girtîgehê de ye û dema 213 rojan e li ser greva birçîbûnê berdewam e.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin