Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir

.

Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirinên li Amedê ku piraniya wan parêzer in da û got: “Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl dest pê kir.” 

Baroya Amedê têkildarî biryara binçavkirinê ya di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de hatiye derxistin daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî operasyonê da. Herî kêm 17 parêzerên endamên Baroya Amedê ne jî hatine binçavkirin. Parêzerk li Şirnexê û parêzerek jî li Semsûrê hatine binçavkirin. 

‘DARAZ BI FERMANA ÎQTÎDARÊ DIXEBITE’ 

Baroya Amedê destnîşan kir ku demek dirêj e li ser parêzer û kesên li qada rêxistinên civakî yên sivîl dixebitin bi awayek sîstematîk zext, tehdît û binçavkirin hene û got: “Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl dest pê kir. Binçavkirin tên binpêkirina hiqûqê. Daraz li gorî fermana îqtîdarê tevdigere. Daraz jî li ser parêzeran zext dike. Li welat demorkasî û hiqûq ji holê hatiye rakirin. Ev yek bi xwe re hilweşînê û felakete tîne. Vê yekê nabînin. Ev yek jî aştiya welat xera dike û rê li ber pêkanîna şatiyê digire. Em bang li rayedaran dikin demildest dawî li van operasyonên dij hiqûqî bînin û binçavkiriyan serbest berdin.” 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?