Baregeheke PDKê li Silêmaniyê rastî êrîşekê hat

.

Hejmarek xwepêşander êrîşî ser baregeheke PDKê li parêzgeha Silêmaniyê kirin û hewl didin wê bişewitînin.

Berpirsê Navçeya Pîremegrûn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Ebdula ragihand, vê êvarê ve çend xwepêşander êrîşî baregeha wan dikin û hewl didin wê bişewitînin, lê ew rê li ber wan digirin.

Şêrwan Ebdula got: Niha hejmarek ji xwepêşanderan bi kevir û agir êrişî ser navenda wan dikin, lê kes birîndar nebûye.

Da xuyakirin, ku ti hêzekî ewledarîyê li deverê baregeha wan ji xwepêşanderan neparastiye û tenê bi telefonê bi wan re diaxivin û ew bi xwe berevanîyê li xwe dikin.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin