Baregayê Barzanî bo Pêşmerge Huseyîn Ahmed Silêman peyama taziyê belav kir

.

Baregeha Barzanî ya serok Mesûd Barzanî bo pêşmergeyê şoreşa êlûn û gulanê Huseyîn Ahmed Silêman (Husên Kurdî) ku koça dawî kir peyameka sersaxiyê belav kir. Peyama taziyê ya Baregayê Barzanî wehaye:

“Bo malbata rêzdar Xwedê jê razî Husên Kurdî,

Me xebera wefata Pêşmerge Husên Kurdî yê di şoreşa êlûn û gulanê de gelek bi wefa bû, bi xemgînî bihîst. Kek Husên Kurdî weka Pêşmergeyekî, weka fermandarekî weka Kurdperwerekî bi şiyan, heya dawiya jiyana xwe bo xelkê xwe keda xwe da.

Bi sedema wefata merhum, bo we, bo mirovên we û dostên we sexsaxiyê dixwazim û êşa we parve dikim. Xwedayê mezin rehma xwe li Husên Kurdî bike, wî bixe bihişta xwe û bo hezkiriyên wî sebrê dixwazim.”

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin